Dildar im ez!.. Gava roj tarî dibe Hevî cihê xwe dide heyvê Dildar im ez!.. Gava dengê te dibihîsim Roj tarîtiya xwe winda dike Wekî te cihê xwe dide ronahî û Ronahî çav êmin radipêçe Kevok im ez!.. Stranek bêdengmayî ve giredayî me… Kevok im ez!.. Bê welet di nav zozanan Û Newalan de bi hebûna xwe re Difirim… Çîrok im ez!.. Çîrokeke bêxwîn, ji bona dîtina te nava rûpelan de hebûna xwe dinivîsim. Gerok im ez!.. Ji dîroka mey a tunebûyî de Winda me Difikirim, dinivîsim… Lê dîsa jî xwe nabînim Qêrîn im ez!.. Di nava dengbêj û çîrokbêjan de HAWAR! Dikim roj nabe êvar… Dîrok im ez!.. Di cihanê de cihê xwe nabînim Bi kîjan axê re bibim heval Bibim ronahiya pêşeroja mey a Giredayî… Peyvok im ez!.. Behra peyvandinê de Peyvokeke bêwelet, bê ax, bê rû… Dikevim oqyanûsa daqulandinê… Ez straneke bêarmanc im di nava Devokan de Çendî destgirtî me… Batînok im ez!.. Li serê çiyê zinar perçe perçe Dikim Dibim azadiya gel, derdikevim Holê… Tîrêj jî b imin dikene dibe Ronahiya gel Rê dibe, xwîn dibe, jan dibe… Sînor im ez!.. Sînorekî bêkes, sînorekî tarî, Sînorekî ji destçûyî… Lê nizanim ez çi me, nasnama Min Wekî bûqelemûn xwe diguhere Digihîje nava civakan Jiyan çawa dibe jiyaneke Kozmopolit Ez jî wekî jiyanê hatime Nixumandin Û Nizanim ez kî me, tu kî yî… Bê te tunebû me, tenêbû me Bêkes im, bêwar im… Bê te Straneke bêdeng im Dîrokeke jibîrkirî Kevokeke bê çiya Kevokeke bê ziman… Û Bi girîneke reş dikevim Cîhanê… Jiyan wekhevî digihîje armanca Xwe Wateya jiyana min jî Bi te re dibe qezenc Digihîje can û bedenê… Azadiya min, ronahiya min we re Wekî tîrêjên hebûnê Jiyana min bike ronahî. Hebûn BRÛSK |