Seydayê Cegerxwîn Re Çend Dîyalog
Elem û xem û keder û qêrîn
Li ber me hat me kir dilbirîn
Ji gotinên te ciwanan bû armanc
Êdî tenê bû armanc nebû qezenc
Dinya ji çavên te hate dîtin
Lê zarokên me tenê devgotin
Jin û zar ê me bûne koledar
Êdî naxwazin bibin mafdar
Êdî ber mêran bibûn tekîldar
Xizmeta mêran dikin, dibin koledar
Jiyan çi xweþe ji behna gula
Gulistan rakirin ji ser çaqila
Ji bêhna gula keç û kurên tev
Agir pêxistine dora dil û netew
Me nizanî bu jiyan çiqa zor e
Qêrin û hawar li gotinên sêdar e.
Bi nezanî destê me çû jiyan
Hemî derewan me kirine vêran
Li ku ma yekîtî, li me peritî
Me canê xwe li vê rê de dî
Çava em bigihîjin li armanca xwe
Li miletê me hemî tazî û birçî ne.
Ne ma tê ji me re gerdan azadî
Li Kurdistan çava ava bî
Seyda Cegerxwîn Seyda Cegerxwîn
Miletê me tev bûne dilbirîn!
Hêvî nema li vî miletî
Çî bikin nehat aþtî, nema azadî
Em Kurd in dikarin bikin, þer
Êdî dixwazin biratîyê, her der
Dinya tevê mirovan heye
destê împeryalîstan welatê meye
Mêze talan bû ýraq û efgenîstan
Bajar bi bajar bombe dibariyan
Hemî axa û beg bûne kapitalist
Ji bo pere bûne sist û mist
Li tev cotkar û rençber bûne dirist
Birastî me kir wan kapîtalîst
Zordestî nabe êdî mirovahî
Kevneperestiyê nabe biratî
Zanist, helbestvan êdî bibin yek
Ew riya çewt bikin serfiraz û yek
Gava ji ve hat bigîhijin her derî
Bila kesî nebine zilm û zor î
Seyda Cegerxwin tev pey tene
Êdî kes nizane gotinê te çiye
Herkes dibê em aþtîxwazin
Jidil birastî naxwazin
Jibo ax û petrol despêkiriye þêr
Dirokê hattanî îro nerawestiyaye her der
Emê kengî evîn herder ava bikin
Lê hêjî xwîn dirjînin li me dijmin
Derd û kulên me bûne teva yek dil
Êdî destên xwe bidin gelê bindest jidil
Çava dirjînin hûn nabînin xwîna çiya
Lê her deþt û neval li me giriya
Em xwendevanin kû kîtêb dixwînin
Nêzanî diçin þoreþ û evîn
Seyda Cegerxwîn Seydayê min î
Kurd doza xwe berdane dikin neyartî
Em çi bikin, em ne yek in, em
Herkes dibe dost, welat bi kûl û xem
Gundên Hesar hattanî Amûdê
Þoreþ xwe gihaþtiye Amedê
Tu digot: “rabin xwendevan fer bibin ziman
Lê xwedê seyda derdê me tev mane bê ziman
Jinên me tev runiþtine mal
Zarok û lavên xwe re dikin nale nal
Ax! Seydayê min ez hêjî ciwan im!
Her derê dixwazim bila bira bin!
Bavê min dibê tû hêjî zarok î
Tû nizani kî dixwaze rastî kî þaþ î
Min bavê xwe re go: ne xewn im ne jî derev im!
Ji bo cihanê ez dûrbîna aþtîxwazim
Bavê min go: “kuro hiþ be dengê xwe meke!”
Dijmin destê xwe de tifing û keleþ rû reþe!
Min go: bavo! Bila verin ber derî
Kî mêr e kî tirsonek tû binêrî
Ez vê doz ê car bernadim
Gerden azadî, aþtî dixwazim!
Zar û lavê te me birçî me tazî
Êdî naxwazim her tim wisa bî
Çavên gelên min jî kor bû ye
Ez ê rêber bim her tim ji we re!
Bavê min dîsa go: “ barê giran hat ser milan”
Ji te re serkeftin ji me re berxwedan!
Em dengên gulle û topan bibûn biratî
Wê demê bikadînin bijî “serbestî”
Seyda Cegerxwîn êdî nabe zordestî
Destê xwe bide bes e ev kevneperestî
Rabe þiyar be êdî bes e ev mirin
Xebatên te razanê nayê birîn
Seyda cegerxwîn tu kir navê xwe
Ji ber wê navê çi hat ser ê te…
Elem û derd û xem pey te hatin
Hattanî mezelê cem te sotin
Ey kurdên Bakur, Baþur, rojhilat û rojava
Dest û milên xwe bigrin êdî dem nema
Destên împeryalîstan xêr jê nayê
Em ê bibin yek ah û ah dayê! Dayê!
Êdî xewna xwe rabin ey kurdno!
Welat û axên ve dijmin tev birin looo…
Kalên me digot: “miriþk ji xewna xwe gilî dibîne”
Êdî de rabin bes e hiþ bidin ser ê xwe
Ey gelên bindest û koledar
Xewê rabin dijmin ax kiriye par bi par
Seyda Cegerxwîn dibê kurd xewê ranabin
Gelên bindest tenê xewê azad in!
Ji ber wî çavên wan venabe
Dijmin derûdora wan agir dadaye
Îro xortên kurd tev dixwenin
Lê mafên xwe hêjî nezanin
Her derê ji devkî dibejin “Bijî þoreþ”
Tev li ser masê dimîne bawerî û eþ
Destên me de pênûs dinivîsî
Em mane bêkes, kes jî me napirsî
Ey Kurdno! Hûn dîsa mane bi ser xwe!
Yan azadî û aþtî yan jî destên axa û þêxan biramûsî!
Hattanî tu nebî azad ey bira!
Hattanî mirinê bibî kedkarê axa û bega
Seyda Cegerxwîn ew nivîs gotinên te hat birîn
Em ê her dem nabin ceger bixwîn û dilbirîn!
Hebûn Brsûsk
05.07.2003