Li xwe dijî Ey birînên gelê Kurd! Ey çav-kaniyên sermagirtî! Ey Amed! Ey Birca Belek! Li xwe dijî ziman Li xwe dijî, Li ser kevneperestiyê Li xwe dijî… Ey bilûrvano! Ey tembûrvano! Ey eşên stranên kûr û dûr! Li xwe dijî jiyan Li xwe dijî, Li ser wendabuyînên gellek cihê Li xwe dijî… Ey gotinên kelogirî! Ey nêrînên demên dirêj! Li xwe dijî evîn Li xwe dijî, Li ser hisretekî gelek mezin û dîrokî Li xwe dijî… Ziman, jiyan, evîn… Her sê jî bû çend sal, çend xewn Çend giyan,çend mirov,çend çend welêt talan dikin. Ma evîn! Tu wisa bêbextî! Ma dilo! Giyan bievînê têr nabe! Ma çima herdem birçî û belengaze dil Ma çima birîndare welatê min Ma çima zarokên min bin tenqên qatlîamê canê xwe yên nazenîn dieciqîn. Li xwe dijî, li xwe dijî… Roj bi roj mezin dibin birînên me Ji ber ku giran dibe giyan! Ez jî birînên xwe dispêrim li ser wê qonaxa xemgîn, Û babelîska mirinê hembêz dikim Û herdem, Li xwe dijî, li xwe dijî…. |