“ roja buharê tu ber çavê min derbas bû î, dilê min jî bihevra aşıkar bû î… ” Ez bi xwe nebawer im Ez bi xwe nebawer im ku destê min bigîhîje destê te û jîn her tim bibe jiyan nebawer im ku hatina te bibînim, biramûsim levên te… nebawer im ku çavên te bibînim, tê de wekî ewr dilop bi dilop hestir bibarînim û ser axa te jiyaneke nû ava bikim… nebawer im ku kenên te bedena min bigere û rihê min helkehelkê de bimîne nebawer im ku bê te roj bigîhîje asîmanê, ewrên rûreş spîhatî bîne serê xwe bêhna min bigîhîje ji berbanga sibê nebawer im ku ev sarbûniya min germahiya te bibîne… Ez nebawer im ku!.. ji xwe di vî dinê sînorkirî de bi çi bawerbim bêje min jiyînda min… Tav çawa tîrêjên xwe winda dike ez jî bê te, di wê dinyê de, tarîtîyê de winda bûme ronahî, ronahî jî wekî mûmikan tê çavê min, hêvîyeke biçûk be jî hatina te wekî mumikan çave min hembêz dike… Gulê! tu çima wisa dûrî min çûyî, Ma gelo dilê mirov bê xwîn diavêje, Ma gelo bê av, ax hildiberîne Ma gelo jiyan bê armanc çawa jîn dibe… Nebawer im kewa min ji berbanga sibê eşqa te bilorînim ser singa xwe de, ez çawa bibûm ketim wê tenêtîyê axxx… Na na nikarim ev tenêtî naye kişandin Na, na nebawer im ku ew eşq dergûşa me de bilore sî, ba, sî, baaa.. agir agir dilorînim dilê xwe de; ceger bixwîn, dilbirîn tu kesî jî nizane! Hebûn Brûsk |