Giyan bievînê têr nabe! Belê dilbirîno! Belê bêje faqîro, rebeno! Dengê xwe bilind bike Wekî xwîna evînê biherîke Li ser sînga min… Belê helbestvano! Temara xwe de hesten min bibarîne Pênûsê û eþa Xwe li ser axa welêt bîne zimên Sedem çi ye ku ez wê jiyanê dijîm Li ser axa xwe girtî me; Bêxal û bêvar im! Sedem çi ye ku ez wê tenetiyê de evînê dilorînim..! erê helbestvano erê! Bibihîze dengê min Helbestên xwe guherîne Eþqa xwe li ser welatê xwe re Bîne zimên… Bila Mem dîsa zîndî bibe, Bila Zîn dîsa gustîlka xwe deyne ji bo evînê Bila evîn dîsa bidomîne Êdî dengên min nagihîje we helbestvano! Dengê min nehatibe jî Hûn dîsa guhdar bin Ez ji bo we evîna xwe distrînim Hûn jî frekansa dilê xwe vekin Birînên min hembêz bikin Bila Siyamend cihê xwe rabe Serxwe û destê Xecê bigire Ew gotinên min, girinên min Li ser qêrîniya giyanê min tê Wekî bilûra þivanan hêdî hêdî Strana xwe dilorîne… Evîna min! Dengê xwe berde êdî Tu jî bistrîne û hestên xwe Bigîhijîne min… fêr bibe tu kî yî ez kî me? lê evînê ez dizanim ew jiyan bê te nabe ew jiyan bê te her tim rawestgeha xwe jibîr dike… dizanim! Ew meþandina min a malkambax Cihê xwe westiyaye… Dizanim! Westana min li ser qonaxa evînê ye… Tu jî bizanibe!.. Lê ew qonax jî eþa dilê min vedibeste Û Helkehelkê de xwe dikuje… Xewnên min jî ji qonaxa evînê Xwe digihîjine derûdora bedena min Li ber helkehelka we jî, Tarîbuna çavê min, sterkan ditefîne Ber xwe û ronahiyê diafirîne… Ji ber ku ez tenê me, tune me. Lê Xwedayo! Dizanim ku ez tenê me Lê hêjî ew dinyayê qeþa girtî de evîna xwe digerim… |