“Mirovahî bê evîn nabe evîn jî bê mirovahî...” Dilop Bi Dilop Evîn
Ji qêrîna dê û bavê xwe hatime dinê. Dora min tev xwe girî peritandîye... Û ez roj bi roj, sal bi sal vegera demê de dibînim, ewrê reþ li ser min, girîneke reþ diavêje dinê... Baran dibare! porê min û dilê min bi hev re þil dibin… Dîsa, dîsa baran dibare! dinê bi qêrînê kambaxî dide rojê, qêrîn jî mejiyê min diravin xwe diavêje çavê min, bêwate dimîne (tenê tu jiyana min geþ dikî.) Nav bajaran de tenê me, hawirdora min tije lê dîsa, dîsa ez tenê me, tune me... Ba ketîye dilê min ziwa dibe, hiþk dibe hestê min. Dayê! çima, çima wisa jiyan kambaxî dide min? êdî mirin jî xweþ be, bila be... ne gîrîng e ji bo min. Ji xwe mirin û jiyan emrê min de heman wateye û wekhevî qada xwe da rawestÝyaye... Nizanim ez kengê bûbûm evîndar, lê dîsa jî xwe diavêjim wê eþqê, wê evînê, eþqa min bêdeng ma û peyva xwe jî winda kir. Ziman bê zimên ma, ji ber evîniya min TekîlÝya peyvan jî nema wateya hestê min bibêje. Çand jî bêwelêt dora xwe de dijî, wekî min, wekî tenêtiya jiyana min, wekî bêdengiya min... Rûyê xwe nabînim eynê de, eyne dîwaran re Tunebuniya min nîþan dide, nîgaþiya min dinixumîne... Ez xwe nabînim, rûyê min tu li kîja welatî dimeþî, kîja welatî rûyê te dibîne, kîja welatî rûyê te diçilmisîne, kîja bajarî ji çavên te dilop bi dilop hestir dibarîne... Vêga qêrîna, zarîna zarokekî de mame, Þîrê xwe de mame, kengê te dibînim dilop bi dilop pêsîrê diya xwe de digîhîjim azadiya xwe... Kengê tu diçî, wê roj mirina min gazî dike. Ez ditirsim, nav helkehelkê de mirin tê ber çavê min, tenêtî tê ber çavê min û rihê min xwe dikuje... Ez ji ber te girtîgeha hestê xwe de kavil dibim Min berdin, êdî berdin min! ez wê tunebûyîn de, tenêbûyîn de, bê evîn, bê ax, bê tav, bê te... Stêrka xwe ditefînim.. lê were hisreta min, stêrka min, rindika min! Were! roja hatina te azadiya min e. Ji ber dîtîna te hestê min jîn dibe û ez difirim, difirim... Hebûn BRÛSK
|