“Ji evîna Kevok û Jîr” ji nav deþt û çiya digerim, her tiþt ser min de tê; deþt, çiya, zinar, stêrk hîv, keskesor, heyveron… tev ser min de tê.. ji nav gulîstanê lehî xara dikin, kulîlkan teva perçe verçe dibin… tu tenê diminî… ard û esman radibe ser xwe baran dibare, her der þil dibe tenê dilê min ziwa ye tenê bextê min zinar jî nav çiyan mîna dewê gurek xuya dike ez ditirsim, ez ditirsim ronahî hêdî hêdî cihê xwe dide tarî esman rengê mirinê xwe kiriye lehî hêjî destê gulîstanê bernedaye, dilê wî te dixwaze ji bona te roj tariîtiye de can û bedena xwe ditevîne. Dora xwe dinêre kes tuneye. Wext dereng e, êvare, roj hêdî hêdî ronahiya xwe wenda dike Dil sar, rû bêkes dimîne, mêjî vala… Çi karê wî maye wê cihanê de Tiþt kî wî nemaye, xaynî evînê ( lê evîn jî nexuyaye) welêt çu ye, ji bo welêt û evîna xwe hatiye çiyê welêt ramusanek dide rûyê wî, êdî evîna wî li kû ma ji nav deþt û nevalan dinêre, zinarek ardê radike, lê dinêre ka evîna wî… keskesor dinêre, keskesor jî rengê xwe nav berfê de hiþtî ye, rengê xwe wenda kiriye… tu li kû yî!.. lavo, hevalo, hogiro, jîro… ez kevokum li ser çiyê de te dibînim, tû diçî… ji nav çiyê de mîna stêrkan, êvarê xuyayî nav rojê de tuneyî… li kû yî lavo, bêbavo, hevalo, hogiro, jîro… li kû mayî delalo, evdalo, bejn ziravo… çima jiyan me kambax dike? Tû li kû yî ma êdî ne bes e kambaxî… Ez kevokum li ser çiyê te digerim, Ard û esman tevlihev dibe Lê dîsa ez te durî mame Cano, rindiko, mêrxaso, dilo, jîro… êdî bes e! were dilê min bextewar bike Dengê xwe berdidim çiyê, Ji bona tû bibîhîse… Tû jî dengê xwe berde kuro; Kû xwîn bigîhîje dilê min… Ez kevokum, kevoka spî me, kevoka serê çiyê Tû jîr î, qenciya jiyana min Xwîna canê min Evîna dilê min î… Roj bê te nabe êvar, êvar jî bê te ronahî. Ez jî bê te mirî me… Lo, lo, lo, jîro… Hebûn Brûsk |