Azbuz Toolbar Video V-kart Profilim Arama Yardým Çýkýþ Video V-kart Üye giriþi Yeni üyelik Arama Yardým Benim de bir sitem olsun Sonraki site Sonraki site Azbuz Toolbar
Buradasýnýz: Azbuz --> Wêjeya Kurdî --> Pêkenok
08 Ocak 2009, Perþembe
 
<< ANA SAYFA
 
SÝTE SAHÝBÝ
berserfindar


29
Ýzmir
Þikayet Et
 
Bu sitede Tüm Azbuz'da
 
SÝTE ETÝKETLERÝ
 
SÝTE KATEGORÝSÝ
Kültür, Sanat ve Edebiyat > Þiir
 
GÝRÝÞ:
E-posta:
Þifre:
Beni Hatýrla
 unuttum
rss link
 
ADnet Reklamlarý
 
Pêkenok

 

 

 

Salihê Kevirbirî- Pêkenok

 

 


Nîv kîlo þekir…!

Navê bapîrê min Seyîdê Mamo ye û li gundê Badayê ya Misircê bi cih û war e. Rojekê, ji bajarekî Anadolê hevalekî wî yê leþkeriyê ku wan çar sal bi hev re leþkeriya roma reþ kiriye, ji bo serdana wî tê gund. Ew dem dema peydanebûna hin xwarin, vexwarin û lazimiyan e. Bi hatina wî ciwamêrî, di nava malê de kêfxweþî û lez û bezek dest pê dike. Wey li wî ku çiqas tiþtekî xweþ hebe, wê þevê jê re çêbikin. Piþtî xwarina bi goþt û birinc, bapîrê min gazî pîrika min Þefîqe dike û di navbera wan de ev mijûlahî derbas dibe:

- Þefo! Bi xêra miriyê xwe tu ji me re çayekê çêkî.
- Hecî Seyîd, bi Þêx Hesen libek dema çayê nemaye.
- Here ji mala Emerê birayê xwe bîne.
- Ez çayê bînim, lê þûþe û kefçiyên me jî tunene.
- Here ji mala Birahîmê Mele bîne.
- Hecî, Xwedê jê razî ez van tiþtê ku tu dibêjî bînim jî, qulatek þekir li serê me misqalê zêr e!

Wê gavê bapîrê min aciz dibe, berê xwe dide pîrika min û wisa dibêje:

- Weeey! Çawa çêbû? Hema bi nav û ismê Xwedê, vê cara ku ez biçim Misircê, êdî ez nabêjim zehf e, ezê tam nîv kîlo þekir bikirim!?



Xerzî, sêdar û pîvaz

Du kesên xerzî, ji bo ku bêne darvekirin, dibin ber sêdarê. Ji wan dipirsin:

- Gotin ango xwesteka we ya dawî çi ye?

Xerziyê yekemîn, bi kêf û þewqeke mezin wisa dibêje:

- Li darê dinyayê çiqas pîvaz hebin, min divê hûn ji min re bînin vê derê!

Celad, berê xwe dide xerziyê din û jê dipirse:

-Tu çi dixwazî camêr?

Xerziyê me, ji hêrsa xwe sorbûyî, berê xwe dide xerziyê din û wisa dibêje:

- Ma qey vî malmîratî tiþtek ji min re hiþt ku ez bixwazim?



Selîmoyê Dîn, Mamê Eliyê Torî û pîvaz

Her çiqas Misircê navenda Herêma Xerzan be jî li vê navçeyê erebên sêrtî, zazayên Motka -ku Misircî ji wan re dibêjin çiyayî- û toriyên ji gundê Bêcirmana Kercewsê bi cih û war in. Di nav wan de kesên torî, ji aliyê qerf û henekên xwe ve xwedî taybetiyên girîng in, her wiha kesên zêde ji xwe hezkirî û lihevhatî ne. Mamê Eliyê Torî jî, yek ji wan kesên navborî ye ku temenê wî li dora 55-60 salî ye û di Belediyeya Misircê de, bi paqijkirina nav bajêr wezîfedar e ango "çopçîtiyê" dike.

Rojek ji rojan, Mamê Elî piþtî karê xwe yê westîner, li ber dîwarê îstasyona trênê pal daye û nan û pîvazê dixwe. Di vê navberê de Selîmoyê Dîn, tevî birayê xwe Remezanê Teblecî ji bo ku bi trênê biçin Batmanê, di ber wî re derbas dibin. Selîmoyê Dîn çawa ku çav bi Mamê Elî dikeve xwe nagire û wekî mijûlahiya Mamê Elî bi torankî dibêje:

- Wa amo! Ti çi dikê ezbenî?

Mamê Elî serê xwe ji ber xwe radike û bersiva Selîmoyê Dîn dide:

- Çavê amê xwe ma ti nabînê? Wa ye ez pîvazan dixwim!

Selîmoyê min û te wekî ku henekê xwe bi xwarina wî bike dibêje:

- Amo bi Xwedê ti kêfê dikê!

Mamê Elî jî, ji Selîmo ne kêmtir e. Ew jî wisa dibêje:

- Çavê amê xwe, ev panzdeh sal e ku amê te di nav vê

Kategori: Kültür - Sanat
              Kültür - Sanat > Edebiyat
berserfindar tarafýndan gönderilen tüm yazýlar
Bu yazý 01/02/2008 tarihinde yayýnlandý. 54 defa görüntülendi.
YORUM BIRAKIN
ETÝKETLER



Bu yazýyý arkadaþýna gönder
Kimden : Kime :
Dîrok û Çand | Helbest û Nivîs | Aforîzma û Gotinên Pêþiyan | Çîrok û Pêkenok | Navên Kurdî | Wêjeya Kurdî Ana Sayfa | Forumlar | RSS
© 2006 Azbuz.com. Her hakký saklýdýr. Blog tutmak ve site yapmak için Türkiye'de bir numara.
azbuz3