MELAYÊ CIZÎRÎ (1570-1640)
Melayê Cizîrî (1570-1640) yek ji helbestvanên mezin yên kurd e.
Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan:
Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela þahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li þamê di taxa kurdmancan de dîtiye.
Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e.
Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »þahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî þêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev þêx Ehmed li xweha mîr aþiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paþê, Mîr Imadedîn ew þêx Ehmed ceribandiye ko aþiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. þêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev þêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û þeþê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye« .
Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber þetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdîniþt û þihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piþtî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.
Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene.
Îro ji husna dilberê
Îro ji husna dilberê Dîsa helak û serxweþ în Remzên di wê þîrînsurê Sohtim bi pêta ateþîn
Sohtim bi berqa lami' e Ew necm û bedra tali' e þemsa semayê rabi' e Lew pir ji þewqê þewwiþîn
Pir þewwiþandin wê dil e Zulfên siyah ser dan mil e Tora muxalif silsile Selwa 'eqarib lê meþîn
Selwa 'eqarib lê weten Ew nazika nûrînbeden Qendê dirêjin guft û ken Biskan di lê kir baweþîn
Biska siyah re'na ye mest Yek dî bi heyran pê ve dest Hemyan bi mestî helqe best Derbendê ew zulfa reþ în
Êsîr kirim zulfa çelek Ew horiya þubhet melek Tîr dan ji reþtûzên helek Mecrûhê qewsê pirweþîn
Tîr dan ji qewsê malzirav Ew gewhera pir þewq û tav Sotin li min cerg û hinav Lew têk ji cergê heriþîn Cerg û cesed têk sohtine Lew xef xedengan nuhtine Ji qewsê hilalê jih tine Heyranê dêma mehweþ în
Hem bedr û hem Zuhra ye dêm Ji wê 'alema kubra ye dêm Xweþ destxet û tuxra ye dêm Herfan ji miskê lê niþîn
Lewhê ji nû sîqal bidin Herdem ji nû ve xal bidin Da dil bi yek dî pal bidin Nuqtan ji zêrabê weþîn
Zulfa siyah 'enber bike Xemlê ji zêrê zer bike Zerbaf û dîba ber bike Misk û gulavê lê reþîn
Mawer ke terh û biþkoyan Cîranê berg û lû'lûyan Ew 'er'er û selwa ciwan þetrî bi mestî lê xwiþîn
Þetrî we tayên sor û zer Bayê nesîm lê da seher Li wê cebhetê hijiyan dû per Lewra sekara bêhiþ în
Meþha seher yarê þefîq Da min bi enguþtên 'eqîq Ji wê badeya nûrîn rehîq Mexmûrê xemra bêxiþ în
Mexmûrê bê camê ez im Yexmakirê ramê ez im Çavnêrê peyxamê ez im Perwaneyê þem'a geþ în
Perwaneyên sotî kebed Dilber ji ber Birca esed Tîr dan ji reþtûzên semed Lew têk ji xwînê neqqiþîn
Kuþtim bi qewsê 'enber e þoxê ji dil mil dan ber e Êxiste dil sed pencere Evrenge em mihnetkeþ în
Mihnetkeþên roz û þebê Der firqeta þêrînlebê Zulma ji ber destê te bê Ew 'edl e em pir pê xweþ în
Zulma tu kî pir pê xweþ im Sohtîdilê hicrankeþ im Mislê perengê ateþ im Rûhek mucerred bêleþ în
Min dî sehergaha elest Camek ji kewser dost di dest Jê da Melê lew maye mest Hetta heyatê serxweþ în
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî (1570-1640) wekî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran yek ji helbestvanên mezin yên kurd e.
Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan:
Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela þahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li Þamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e. Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »Þahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî þêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev þêx Ehmed li xweha mîr aþiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paþê, Mîr Imadedîn ew þêx Ehmed ceribandiye ko aþiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. Þêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev þêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û þeþê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye« .
Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber þetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdîniþt û þihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piþtî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.
Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene. Lê me kêfa xwe ji ber gotina »Þebçiraxî þebî Kurdistan im« jê re anî.
Pir ji dîna te xerîb im xanim Ji te ser ta bi qedem heyran im Her bi can teþnelebî lehlan im Dil di benda giriha zilfan im Yûsifî cirhekeþî hicran im Niqteyî daîreyî rindan im Lew þebî daîre sergerdan im Badenûþî qedehî hirman im Bedel ateþ ji ceger biryan im Lew perîþan im û pir êþan im Aþiqî nazik û mehbûban im Tu mebîn bêser û bêsaman im Gulî baxê iremî Bihtan im Þebçiraxî þebî Kurdistan im Çi tebîet beþer û insan im Lilehil hemd çi alîþan im Di riya yar li rêza san im Lew di iqlîmî sixen xaqan im Sibehî îd e û ez pê zanim Ko bi kêra te seher qurban im Xweþ birîndarekî bêderman im Carekê þefeq e rûhim can im Ji Xwedê re veke benda beriye. Dînbirê hurmisalê zeriyê Nazikê nîþkerê sirperiyê. Ehmedê Xanî ( 1651-1707 )
Ehmedê Xanî (1651-1707) yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e.
Ji meqeleya Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî Bedirxan
Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye:
Men çi gûyem wesfi an alîcenab Nîst pêxember welê dared kitab.
Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye. Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.
Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.
Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hiþyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuþtin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiþtî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.
Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Sahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eþîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aþiq û maþûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piþtî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û esharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji sierayê di Kurdistanê hemûyan jî meþhûr û faiq e, belkî ji hemû þieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û þêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« .
Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û þêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.
Lewra ko dema ji xeyb fek bû Tarîx hezar û þêst û yek bû
Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû.
Îsal gehiþte çil û çaran Ev pêþrewê gunahkaran
Ehmedê XanîXanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:
Ji Eqîda îmanê:
Sifatê di sebhe ji bo zilcelal Bizan heft in ey arifê pir kemal Xweþî, þîn û zanîn û vên û kelam Bihîstin digel dîtî bû temam
Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re þagirtê wî Smaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin.
Li gora tiþtê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min.
Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.
Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:
Sazi dili kul bi zîr û bem bit Sazendeyê 'eþqi Zîn û Mem bit
Serha xemi dil bikim fesane Zînê û Memî bikim behane
Nexmê we li perdeyê derînim Zînê û Memî ji nû vejînim
Derman bikim ez ewan dewa kim Wan bê mededan ji nû ve rakim
Meþhûr bikim bi terz û islûb Mimtaz bikim mihibb û mehbûb
Ewreng bikim ji nû serefraz Da bêne temaþeyî nezerbaz
Dilber li Memî bikin girînê 'Aþiq bikenin bi derdê Zînê
Ev meywe eger xirab e ger qenc Kêsaye digel wê me dused renc
Ev meywe eger ne avdar e Kurmancî ye, ew qeder li kar e
Ev tifl e eger ne nazenîn e Nûbar e bi min qewî sirîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e
Mehbûb û libas û gûsiwar e Milkê di min in ne miste'ar e
Ez pîlewer im ne gewherî me Xudreste me ez ne perwerî me
Kurmanc im û kûhî û kenarî Ev çend xeber in di kurdwarî
Memozîna Xanî di sala 1919'an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze - îro midirê dibistanên Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094'ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê ziyaretgaha xelkê ye.
Ehmedê Xanê Feqiyê Teyran ( 1590-1660 )
Feqiyê Teyran (1590-1660) yek ji helbestvanên mezin yên kurd e.
Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan:
Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Sahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta þêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reþ« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt û eshar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di sihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e« . Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran leqeba sahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê þêxê senhanî« nik min heye.
Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê þêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqehê Teyran meþhûr e« . Li gora vê serhê Feqehê Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê þêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê þes« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê þes« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.
Dibêjin ko Feqehê Teyran þagirtê Melayê Cizerî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê iþaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye.
Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft eyn û lam ji hev bûn cida, sîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêsetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje:
Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêsetê.
Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê þêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye:
Miksî ji wê meymestihê Tewîl diket hîkayetê Miksî ji eþqê sihtiye Ev sihir vi þêx ve nihtiye Halê xwe tê de guhtiye ji »eyn û lam« a hicretê
[1] Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye.
Gelo leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî sahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji þêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye.
Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî kesekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û veniþtin ser darê. Çûk pev re diþtexilîn û Feqeh dikenî. Kesê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî?
Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin.
Kese: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene.
Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min.
Kese soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qise kir û got:
– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êþandin.
Kese deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gehiþtin Cizîrê Feqeh çû Medresa sor, kese çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiþtekî digerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Kesê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê þanî bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere.
Vê carê, kese kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re got. Mîr þande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin.
Mîr jî sertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek zad anî û resand nava Westaniyê, û xwe li paþ kevirekî veþart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re þtexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:
– Ma kê ev zad reþandiye vê derê? – Feqehê Teyran ev zad reþandiye, seba xezînê. – Ma tu nizanî xezîne li kû ye ? – Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye.
Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piþtî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: Ezbenî min xezîne bi cih kir. Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje...
Feqeh got: Beramberê serê kesê bidin min.
Mîr got: Serê kesê bi laþê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te. Feqeh got: Rahet e, serê kesê ji laþê wî vekin.
Anîn serê kesê jê vekirin û danîn ser sehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê kesê ne hatin.
Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê kesê hinde giran e, ji lewre te ev þert bi min re kir.
Feqeh deyn ne kir, zêr ji sehînê rakirin û çend kulm ax avêtine þûnê. Milê axê daket, serê kesê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:
– Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez þanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.
Ev her sê sahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqehê Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje:
Min dê elema kelami mewzûn Alî bikira li banê gerdûn Bînave riha Melê Cizêrî Pê hey bikira Elî Herîrî Keyfek we bida Feqiyê Teyran Heta bi ebed bimaye heyran Çi bikim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qimas re xerîdar
Ezê niho hin sihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê þexê senhanî:
Van qisetan izhar bikim Behsan kar û bar bikim Yar û biran hiþyar bikim Da ez ji þêx dim wesfekî þêxek hebû çaxê ewil Nûrha Xwedê hel bû di dil Sed gumreh û dal û midil Bi destê wî tên tobetê þêxek hebû sinhaniyan Serdarê pansed sofiyan
Ji qesîdeke wî:
Bizan ko min yar ti wî Dil ji birîndar ti wî Ez kuþtim yekcar ti wî Çi bikim ko min yar ti wî Bê dest û hem pa ti wî Pir li min kubar ti wi Ê b'xezeb xwendî ez im Di qeyd û bendê ez im Zencîr bi zendê ez im Mistaqi rindî ez im Aþiqê cindî ez im Perwazi findê ez im Xweþ qed û ehla ti wî Cama piyala ti wî Sûx bejn û bala ti wî Delala mala ti wî Pir bext û tala ti wî Nîmeta ala ti wî. Dûr ji wisalê ez im Yar di xeyalê ez im Îsa li erdan ti wî Bi girt û berdan ti wî. FEQIYÊ TEYRAN
Melayê Bate :
Melayê Bate yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e.
Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan:
“Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Sahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heþt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf sihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heþtê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e« .
MELAYÊ BATE
Li gora tiþtê ko min bihîstiye Bate li Behdînan û li nîzingî Amediyê ye.
Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û sihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne þaþ im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re niþxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:
Hemdê bêhemd bo xudayê alemîn Wî Xudayî daye me dînê mibîn Em kirîne imeta xeyrel beþer Tabihî wî miqtedayê namewer Wî xudayî malikê milkê ezîm Daye me mîras qurana kerîm. Bo cemihî mislimîn û salihe Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.”
MELAYÊ BATE Cîgerxwîn ( 1903-1984 )
Jidayikbûn û Zaroktî Cegerxwîn bi navê þêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903'an de li gundê HESARÊ hatiye cîhanê, ji (11)de xuþk û bira tenê sisê mane: Sêxmûs, Xelîl, Asya. Di sala 1918an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Di sala 1919'an de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyþan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xuþk û birayê xwe maye.
Jiyan û xebata li Binxetê (Kurdistan a Sûriye yê) Di sala 1920an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrya yê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewþa gelê Kurdistanê baþ nas kiriye.
Di sala 1927'an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.
Di sala 1928'an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3 ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin.
Di sala 1936'an de, Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund li jêrê avaniyê avakirin(Çêlek û Cehenem).
Di sala 1937-1938'an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepêþçû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt.
Di sala 1946'an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamiþlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr...
Di sala 1948'an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê. Di sala 1949'an de cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin. Di sala 1950'an de Cegerxwîn dikeve Civata Aþtîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike. Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya yê.
Di sala 1957'an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û piþtî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
Di sala 1959'an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî. Di sala 1962'an de hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û piþtî pêlakê tê berdan.
Di sala 1963'an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê piþtî pêlakê tê berdan lê wî nefî (Surgun) dikin û diþînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê piþtî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamislo yê.
Di sala 1969'an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav þoriþa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne. Di sala 1970 yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê. Di sala 1973'an de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike. Di sala 1976'an de Cegerxwîn vedigere Sûriye yê û heta sala 1979'an li wir dimîne.
Li Swêdê Di sala 1979'an de Cegerxwîn ji Sûrya yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike. Di 22-10-1984'an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe. Cegerxwîn di hewþa xaniyê xwe de li bajarê Qamiþlo yê hatiye veþartin. Zarokên wî yên ko li dû xwe hiþtine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in.
Sala bîranîna Cegerxwîn Cigerxwîn, dengê êþû azara gelê Kurd di têkoþîna azadiyê de, di sala 2003'an de kete sedsaliya xwe de. Cigerxwîn ku navê wî yê birastî Sexmûs Hesen e, di sala 1903-an de li gundê Hesarê girêdayî navçeya Kercosê ye, ji dayik bû. Piþtî ku di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe xwîþka Cigerxwîn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka þerê yekemîn yê cîhanê de, tevlû malbata xwîþka xwe binxet bû û bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamiþloyê bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921-an de xwendina xweyî medresê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piþtî vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Sair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Sexmûs lê hate kirin.
Dema Cigerxwîn li gelek cihên baþûr û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êþ û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cigerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sext û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn.
Cigerxwîn ji sala 1924-an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piþtî têkçûna serhildana Sex Saîd, heþtên neteweyî yên Cigerxwîn gurrbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewþenbîrên Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê:
Cana xwe derîne tu ji piþta çeperê, Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê, þevreþ bike ronî, tu bi loks û fenerê, Maçek ji du lêvan bide, ey lêv þekerê, Ew e dermanê birînê û kul û derd û kederê ...
Piþtî demeke kurt Cigerxwîn berê xwe da civata feodal û paþverû. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema bêbextî û êþa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wa rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn. Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewþa civakî û parvekirina hêzan de di civakê de ji bo Cigerxwîn berî hertiþtî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên olî, þêx û mela bûn:
...
Hawar dikim, Ranabî kes Sêx û mela Û pîr û qes Bi xaç û xist Û mizgevt û dêr Em xistine Tora neyêr. Hawar, hewar Hawar, hewar ! Van çûçikan Dexlê me xwar.
--------------------------------------------------------------------------------
Sed camî û Dêr û keniþt Naqos û bang Û tîr û xiþt Sed lek ji Tîpên Lemterew Bi kêr me nayên Tev derew.
Cigerxwîn bi dil û can hewl dida piþtgêriya têkoþîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961-an li baþûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beþa Kudiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959 heta sala 1963-an Cigerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êþû jana evînê tanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweþî û þahiya evînê jî dikirin. Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heþt dîwanên Cigerxwîn yên helbestan hatine weþandin, herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîþaneke neteweyî bibîne. Cigerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamiþlo borand, lê paþê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22-ê êlûna sala 1984-an Seydayê Cigerxwîn çû ser dilovaniya xwe. Cigerxwîn li hewþa mala xwe ya li Qamiþloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê helbestên wî hate bi cih kirin. Ev kesayetiya mezin ya wêjaya Kurd, mamosteyê Qedrican, dikeve sedsaliya xwe. Divê ku ew newe ji bîr kirin.
Wer bin ich?
Der Kurde aus Kurdistan Aus Revolte und Vulkan Aus Dynamit, Feuer und Funke. Rot wie Rubin, Feuer erreicht die Hülse. Wenn ich explodiere Bebt die Erde. Dieser Funke und das Feuer Zerstört den Peiniger. Cîgerxwîn 1903-1984
|